Li ber NY’yê ya Cenevreyê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
Ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya rûniştinê ya 2 rojan hate destpêkirin.
Ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê çalakiya rûniştinê ya 2 rojan hate destpêkirin.
Li bajarê Cenevre ya Swîsreyê li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê ya du rojan hat destpêkirin. Armanca çalakiyê ew e ku berpirsyariyên saziyên navneteweyî bi taybetî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), Konseya Ewropa (KE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) bibîr xistine.
Di çalakiya rûniştinê ya li ber Ofîsa NY’yê de, li ser navê Kurdistaniyan daxuyanî hatin dayîn.
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel, behsa ser şert û mercên tecrîdê yên 25 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin kir û wiha got, "Polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Rêbertiya me tê meşandin, di 41 mehên dawî de veguheriye êşkenceyê.”
Yuksel, destnîşan kir ku gelê Kurd û dostên wê, dê polîtîkayên tecrîdê ti carî qebûl nekin û wiha domand, “Muxatebê esasî ya polîtîkayên tecrîdê di serî de saziyên weke CPT, KE û NY’yê ne. Em weke Kurdistaniyên ku li dîasporayê dijîn, bi armanca şermezarkirina bêdengiya van saziyan ku li hemberî daxwaza gelê Kurd guhên xwe girtine û rola 3 meymûnan dilîzin, li dehan navendên Ewropayê çalakiyên rûniştinê yên 3 rojan da destpêkirin.”
Yuksel, da zanîn ku wan roja Duşemê dosyayên li ser tecrîd û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê radestî Parlamenta Federal a Swîsreyê ya li Bernê kirine û got, “Îro jî weke Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn, ji bo em berpirsyarên saziyên navneteweyî bînin bîra wan, di roja duyemîn de li ber NY’yê me çalakiya rûniştinê da destpêkirin.”
Roja Çarşemê piştî mîtînga li ber ofîsa NY’yî ya li Swîsreyê wê dosya radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî bên kirin. Yuksel, bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku sibê li pêşiya NY'yê kom bibin.