Starta pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ya baskê Ewropa destpê kir-NÛ BÛ

Starta baskê Ewropa ya pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ ya KCK’ê 12’ê Îlonê dabû destpêkirin li bajarê Strasboûrg a Fransayê bi daxuyaniyekê destpê kir.

Li Strasobûrgê ya Fransayê dema nobeta ku bi salan e ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, daxuyaniyeke girîng a çapemeniyê hate dayin.

Ji bo kampanyaya,''Ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re êdî bes e; dema pêkanîna azadiyê'' ku KCK'ê 12'ê Îlonê ragihandibû nûnerên gelek partî, rêxistina civaka sivîl, siyasetmedar û nûçegihan hatin cem hev.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Hozan Seyîdaxan navê nûnerên partî û saziyan û şexsiyetan ên hazir got.

Hevserokên KCDK-E'yê Yuksel Koç û Fatoş Goksungur, siyasetmedar Hatîp Dîcle, berpirsa TJK-E'yê Songul Çelîk, Rûmetê rûmetê yê HDP'ê Ertûgrul Kurkçu, nûnerên Goran û YNK'ê, hevserokê berê yê Meclîsa Şengalê Hecî Hesen, nûnerên Partiya Komunîst a Kurdistanê, yên PYD Ewropa, SYKP Ewropa, Partiya Îslamî ya Kurdistanê-Ewropa, nûnerên PJAK'ê yên Ewropayê, nûnerên gelek organîzasyonên çepgir ên Tirkiyeyî hazir bûn.

Dema daxuyaniya çapemaniyê pankarta bi nivîsa, ''Ocalan demildest, aniha divê were were berdan'', hate vekirin. Hin kesên ku beriya niha li Strasboûrgê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girêva irçîbûnê kiribûn jî di daxuyaniya çapemeniyê de hazir bûn.

KOÇ: EM Ê HER DEVERÊ BIKIN QADA TÊKOŞÎNÊ

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç axaftina pêşî kir û got: ''Em dibêjin azadiya Rêber Apo, ji Kurdistanê re statû, ji tecrîd, faşîzmê re êdî bes e.''

Koç got di nav wan saziyan de ku destekê dide qirkirina li Kurdistanê CPT jî heye û bang li Kurdên hemû cîhanê kir ku bi dîplomatîk, çandî û çalakiyan tevlî pêngavê bibin.

Koç her wiha got ew ê her deverê bikin qada têkoşînê, faşîzma AKP-MHP'ê dema xwe ya herî qels dijî, êrîşên li Kurdistanê nîşaneya vê ye û ew vê hilweşînin, Kurdistanê û gelên herêmê azad bikin.

Hevseroka KCDK-E'yê jî got: ''Niha dema hilweşandina faşîzmê, avakirina demokrasiyê, azadkirina Rêber Apo ye.''

DÎCLE: ÇARESERÎ BI TAM AZADIYA OCALAN PÊKAN E

Hevserokê berê yê KCDk'ê Hatîb Dîcle jî got, ew ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdin û ji bo ku aniha were berdan kampanyayeke xurt were destpêkirin ew hatine cem hev.

Dîcle got meseleya Kurd encex ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tam azad bibe pêkan e û got: ''Ev têkoşîn mafdar û meşrû ye.''

Dîcle her wiha got çareseriya ku Ocalan daniye reçeteya azadiyê ya hemû gelan e û bang li her kesî kir ku tevlî kampanyayê bibe.

ÇELÎK: EM JINÊN KURD BI RÛMETEKE MEZIN XWE BIDIN BER PÊNGAVÊ

Li ser navê TJK-E'yê Songul Çelîk axivî û got: ''Em jinên Kurd soz didin ku bi rûmeteke mezin xwe bidin ber vê pêngavê.''

Çelîk êrîşên dewleta Tirk ên li ser jinên Kurd bi bîr xist û got: ''Azadiya Rêbertiya me azadiya jinên Kurd e.''

KURKÇU: EM AZADIYA HEVRÊYÊ XWE DIXWAZIN

Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu jî got: ''HDP parçeyekî organîk ê wê kampanayê ye ku ji bo azadiya Rêzdar Ocalan hatiye destpêkirin'' û got HDP bi pêşniyara Ocalan hatiye avakirin.

Kurkçu got: ''Em ji bo azadiya hevrêyê xwe li vir in. Em azadiya hevrêyê xwe dixwazin.''

Kurkçu her wiha got ew ê bibin 'parçeyê aktîv' ê têkoşîna ji bo azdiya Oaclan û got,''Ji Ocalan re azadî, ji gelan re aştî, ji cîhanê re rizgarî.''

GORAN: HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ BERDIN

Nûnerê tevgera Goran bi peyama ku li çalakiya pêşiya Konseya Ewropayê da diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Nûnerê Goran anî ziman ku divê p8irsa Kurd bi rêya çareseriyeke siyasî bê girtina dest û got: “Yekane kesê vê çareser bike Rêber Apo ye.” Nûnerê Goran bang li rêveberiya Hewlêrê jî kir ku li dijî dagirkeriya Tirk bersivek bide.

NESÎN: JI BO AZADIYA OCALAN DIVÊ FAŞÎZIM TÊK BIÇE

Rojnamevan Ahmed Nesîn diyar kir ku Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylû nîşan da ku bê çawa faşîzmê pêk tînin û got: “Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê teqez faşîzma li Tirkiyeyê têk biçe.”

NÛNERÊ KNK’Ê: SOZA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ DIDIN

Nûnerê KNK’ê Alî Atûr destnîşan kir ku ji bo azadiya Kurdistan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê ji her demê bêhtir têkoşîn bê bilindkirin.

GUNAY ASLAN: DIVÊ EWROPA XWEDÎ LI BERPIRSYARIYÊN XWE DERKEVIN

Rojnamevan Gunay Aslan diyar kir ku divê nirxên bingehîn ên şaristaniyê bibîra Ewropayê bixin û got: “Demokrasî, mafê bingehîn, azadî û edalet.”

Aslan îşaret bi bêhiqûqiya 22 sal in li Îmraliyê dom dike, Ewropa ji pirsgirêka Kurd a îro ketiye vê rewşê berpirs e, bal kişand ser şerê parvekirinê yê berî 100 salî. Aslan got: “Eger ku lîderê PKK’ê Ocalan 22 sal in li Îmraliyê di nava tecrîdê de ye, ev encamê polîtîkayên durûtî yên we (Ewropa) yê ye.” divê hikûmetên Ewropa bi berpirsyariyên xwe rabin.

HESEN: XWEDÎ LI RÊBER APO DERKEVIN

Serokê berê yê Meclîsa Şengalê Hecî Hesen got: “Divê em xwedî li Rêber Apo derbikevin. Xwedekarên Rêber Apo li dijî êrîşên qirker ên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Êzidiyan rawestiya.

KKP: HETA DERIYÊN GIRTÎGEHAN NEYÊN ŞIKANDIN DEMOKRASÎ PÊK NAYÊ

Nûner Partiya Komunîst a Kurdistanê jî got: “Mijar vekirî û zela le (…) heta deriyên zindanan neyên şikandin, girtiyên siyasî azad nebin, demokrasî nayê welat. Bi vê baweriyê bi hemû hêza xwe em ê destekê bidin vê pêngava ku hevrêyên me dane destpêkirin.”

PYD: VÊ PÊNGAVÊ BILIND BIKIN

Nûnerê PYD’ê jî diyar kir ku Kurdistan di bin zextekî mezin de ye û got: “Vê pêngavê mezin bikin, faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînîn.” Nûner diyar kir ku dem hatiye Abdullah Ocalan bê azadkirin û bang kir ku li her derê berxwedanê bilind bikin.

SYKP: JI BO ALIYÊ XWE ÎLAN BIKIN ME LI VIR IN

Nûnerê SYKP Ewropa Tûncay Yilmaz got: “Cîhan di nava aliyeke zelal de ye. em jî ji bo aliyê xwe diyar bikin li vir in. (…) Li Kurdistanê li aliyekê noker hene, li aliyekê yên ku dixwazin bikin yek hene (…) aliyê me zelal e. Aliyê me aliyê yên têkoşînê ji bo jinan, wekhevî, edalet û azadiyê dikin, aliyê  Birêz Ocalan e.”

PARTIYA ÎSLAMÎ YA KURDISTAN: EM LI GEL PÊNGAVÊ NE

Nûnerê Partiya Îslamî ya Kurdistan a Ewropa got: “Em li gel vê pêngavê ne. Em dest bidin hev li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.”

ATÎK: TÊKOŞÎNA BI HEV RE SERKETINÊ TÎNE

Nûnerê Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Ewropa (ATÎK) Orhan Sefa jî got: “Divê demildest Birêz Abdullah Ocalan bê azadkirin.” Sefa bang kir ku divê hemû girtiyên siyasî bên berdan û got: “Têkoşîna bi hev re her demê, li her derê serketinê tîne.”

PJAK:OCALAN DI NAVA ŞERT Û MERCÊN ÊŞKENCEYÊ DE YE

Nûnerê PJAK a Ewropa Îbrahîm Alakoş got: “Em ji bo azadiya Rêber Apo kom bûne.” Alakoş ji bo şert û mercên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav de îfadeya ‘êşkence’ bikar anî û ji bo çareseriya Rojhilata Navîn jî weke navnîşan Ocalan nîşan da û darvekirinên rejîma Îranê jî şermezar kir.

MLKP:BIRYARA KCK’Ê BIRYAREKE ŞOREŞGERÎ YE

Nûnerê MLKP’ê got: “Em pêngava KCK’ê ya di salvegera 40’î de ya dîktatroriya faşîst a leşkerî li çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê dayî destpêkirin silav dikin. Biryareke şoreşgerî ye. Helwesta 22 sal in li dijî Ocalan helwesta li dijî Kurdan e. Ji bo Ocalan azadî, ji bo girtiyên şoreşger azadî, em ê faşîzmê hilweşînin, em ê bi ser bikevin.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê û şûnde, hûnermendên TEV-Çandê ya tevgera çanda Kurd stran gotin.