BI DÎMEN

Li Bensheîmê şahiya 4’ê Nîsanê: Bê Serok jiyan nabe!

Li Bensheîmê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek hat lidarxistin.

ŞAHIYA 4'Ê NÎSANÊ

Li bajarê Bensheîm ê Elmanyayê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek hate lidarxistin. Qada şahiyê bi wênyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hate xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd gel silav kirin. Piştre Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Axîn Gulo axivî û got: “4’ê Nîsanê rojbûna Rêbertiya me, jinan û gelê me ye.” Axîn Gulo bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di bin tecrîda girankirî, êşkence û qirkirinê de û got: “Em ê timî bibêjin ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’.”

Li dû şanoya ku ji aliyê ciwanan ve hat amadekirin, Hozan Comerd, Koroya Zarokan a Koma Bêzar, koma muzîkê ya Elman Los Pueblos, Aydê û Ciwan û Koma Azad derktin ser dike. Girseya gel li ber stranan govend gerand.

Şahî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.