Li Belçîkayê derbarê tîma sûîqestê ya MÎT’ê de biryara girtinê hate dayîn

Sala 2017’an li Belçîkayê li dijî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar sûîqest hate kirin. Di doza sûîqestê ya girêdayî MÎT’ê de, derbarê 2 kesan de biryara girtinê hate dayîn.

Di doza têkildarî sûîqesta sala 2017’an a li dijî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar de, Dadgeha Temyîz biryara girtinê da.

Rûniştina vê dozê, li Brukselê 11’ê Adara 2022’yan di dadgeha dereceya destpêkê de pêk hatibû û biryar di 13’ê Gulanê de hatibû dayîn. Tîma sûîqestê ya Tirk bi xiyabî hate darizandin û tevî belgeyên pir cidî, biryara bereatê hatibû dayîn. Lê Kartal û Aydar ji ber vê dozê serî li Dadgeha Temyîz dan.

Kesên bi navê Zekeriya Çelîkbîlek û Yakûp Koç ên ku di nava sûîqestê de cih digirtin, li Parîs û Enqereyê bi rêveberên Tirk ên payebilind re hevdîtin kirine û têkildarî vê yekê wêne di dosyayê de hebûn. Hatibû tespîtkirin ku têkîliya vê komê rasterast bi Enqere û Qesra Serokkomariyê ya Tirk re heye.

Bi taybetî şopandina teknîkî ya li Fransayê dihat meşandin, hevdîtinên telefonê, wêne û îtîrafan, piştrast dikir ku ji Komkujiya Parîsê heta sûîqesta li Brukselê toreke sûîqestê li Ewropayê bi fermana Enqereyê tê meşandin.

Li gorî De Morgen ê Belçîkayî “Her du Tirkên ku têkîliya wan a nêz bi hêzên ewlekariya Tirk re hene, li dadgeha temyîz a Brukselê ji ber vê sûcê hatine mehkûmkirin.”

Di hezîrana 2017’an de di kamerayan de derketibû holê ku her du Tirk çawa li ofîsa KNK’ê ya li Saînt-Gîllesê keşfê dikin. Kartal û Aydar gelek caran serdana Saînt-Gîllesê kirine.

Di vê dozê de Zekeriya Çelîkbîlek, Yakûp Koç, Necatî Demîrogûllari û Haci Akkûlak dihatin darizandin.

Li gorî biryara Dadgeha Temyîz Haci Akkûllak û Necatî Demîrogûllari beraet kirin, Yakûp Koç û Zekeriya Çelîkbîlek hatin mehkûmkirin.

Tenê 5 cezayê girtîgehê ji Yakûp Koç re hate dayîn, ku tê texmînkirin reviye Tirkiyeyê.

Bi heman rengî 5 sal ceza li Zekeriya Çelîkbîlek jî hate birîn.

Zubeyîr Aydar ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Dadgeha Temyîz di biryara xwe de sabît e; dewleta Tirk li Belçîkayê şebekeyeke sûc û terorê ava kiriye, ketiye hewldana cînayetê lê nekariye. Her tişt bi eşkere li holê ye.”