Li gelek bajaran çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, êrîşên dagirkeriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin.

BRUKSEL

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye, çalakiyeke qelebalix hate lidarxistin. Sendîka, rêxistinên civakî yên sivîl û endamên partiyên siyasî yên Belçîkayê tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagiker hatin şermezarkirin.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê jî li Qada Kleberê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de sloganên ‘Bijî YPG û bijî YPJ’ ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Deng bide qetlîama li Rojava’ hate berzkirin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayêjî gel li Paradaplatzê hatin ba hev û heta Schlossê meşiyan. Di meşê de sloganên ‘Bijî Rojava’ û ‘Erdoganê terorîst’ hate berzkirin.

LEFKOŞA

Li Lefkoşayê yaku paytexta Kibrisê ye, çalakiyek hate lidarxistin. Gelek rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tevlî mîtîngê bûn.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku Tirkiye Kurda qir dike û bal hate kişandin ser vî tiştî ku di sala 1974’an de Tirkiyeyê bi navê ‘Tevgera aştiyê’ axa wan dagir kiriye û wan gelek êş kişandine.

Çalakî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ bi dawî bû.