BI DÎMEN

Li Baselê konsera bi coş a Koma Amed

Koma Amed piştî 27 salan careke din li hev kom bû û piştî konsera destpêkê ya li Parîsê, li bajarê Basel ê Swîsreyê derkete pêşberî hezkiriyên xwe.

Konser roja Şemiyê li Stadtcasino ya Baselê pêk hat û gelek kes tevlî bûn.

Bi sedan hezkiriyên Koma Amed demeke dirêj di rêza li ber derî de man û di demeke kurt de beşeke mezin a salonê tijî bû.

Di nava beşdarên konserê de Parlamentera Federal a Partiya Keskan Sîbel Arslan, Endama partiya SP a li Parlamenta Kantona Baselê Edîbe Golgelî, hevserokên Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) û nivîskar Fûat Kav jî hebûn.

Konser ji aliyê hunermend Kawa Ûrmiye ve hate pêşkêşkirin. Kawa Ûrmiye qala keda Koma Amed a li nava muzîka Kurdî kir.

Koma Amed jî derket ser dikê û stranên xwe yên berê got. Piştî konsera bi coş a li Baselê endamê Koma Amed Memo Gul ji ANF'ê re axivî û kêfxweşiya xwe anî ziman ku piştî demeke dirêj derketin pêşberî hezkiriyên xwe.

Memo Gul got, "Dema ku me album çêkir, em li welêt bûn. Derfetê me nebû ku em bi hev re konserê bidin. Me xwest hem bi hev re konserê bidin hem jî bi gelê xwe re bicivin. Her wiha me xwest bi hev re weke Koma Amed li ser dikê stranên xwe bibêjin. Me xwest em li ber astengiyên li pêşiya muzîka Kurd rabin."

Ji bo pirsa "Hûn difikirin ku weke Koma Amed albumeke nû amade bikin?" Memo Gul got, "Albumeke nû nîne, lê belê weke Koma Amed bi stranên nû karên me yên di vê derbarê de hene."