Kahtali Miçê jiyana xwe ji dest da

Muzîkjen Mustafa Kahtali ku bi navê Kahtali Miçê dihat naskirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

KAHTALI MIÇÊ

Muzîkjen Mûstafa Kahtali (74) ku bi navê Kahtali Miçê dihat naskirin, li Antalyayê li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Ji bo Kahtali teşhîsa penceşêra rûviya zirav hatibû kirin û ev nêzî salek bû li Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê dihat tedawîkirin.

Cenazeyê Mûstafa Kahtali dê îro bi balafirê bibin Semûrê. Dê sibe saet di 11.00’ê de li Navenda Çandê ya Kahtali Miçê ya li navçeya Kolikê merasîma cenazeyê were lidarxistin.

Piştî nimêja nîvro ya li Mizgefta Çagri ya Kahtayê dê li Goristana Şaredariyê ya Karşiyaka ya Kahtayê bê definkirin.

Mûstafa Kahtali di sala 1980’an de ji ber strana bi Kurdî gotibû, salekê di girtîgehê de mabû.