Li Baselê jî Kurdistaniyan name ji bo NY’yê re şandin

Ji bo azadiya fîzîkî û dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdisaniyên Baselê ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) name şandin.

Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê li bajarê Basel a Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, name ji NY’ê re şandin.

Kurdistaniyên ku posterên Rêberê Gelê Kurd bilind kirin, li Baselê stan danî. Li vir li ser navê NCDK a Baselê axaftin hate kirin û ev hate gotin: “Di gava yekem a vê çalakiyê de nêzî 300 nema me ji bo NY’yê şandin. Wê çalakiya me bê navber a şandina nameyan dom bike.”