Li Baselê gerîlayê HPG’ê û MLKP’ê hatin bibîranîn

Li bajarê Basel ê Swîsreyê gerîlayê HPG’ê û MLKP’ê yên li Dersimê 10’ê Tîrmehê di encama bomberdûmana balafirên şer ên rejîma Tirk de şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.

Di encama êrîşa hewayî ya Tirk de Fermandarê Yekîneya Gerîla ya Bejahî ya Dersim MLKP/FESK’ê Taylan Kûtlar (Adil Yildirim) û Hidir Çalli (Ozkan Aslan) û 3 gerîlayên HPG’ê şehîd bûbûn.

Bi tevlîbûna sed kesî li lokala Beksam a Baselê bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser têkoşîn û jiyana gerîla Taylan Kûtlar û Hidir Çalli hatibû amadekirin hate nîşandan. Piştre nûnerê MLKP yê Swîsre Tayfûn Babyan axivî.

Babyan got: “Gerîlayên MLKP’ê û HPG’ê bi ruhekî fedayî şer kirin û şehîd bûn. Şehîdbûna wan bersiva banga bilindkirina berxwedanê ye. Em soza şopandina rêya wan didin.”

Bîranîn bi dirûşmên ‘Şehîdên şoreşê bê mirin’ bi dawî bû.