Li Barcelonayê şehîdên şoreşê hatin bibîranîn

Li Barcelonayê di şexsê Soro Amed de şehîdên şoreşê hatin bibîranîn û bal hate kişandin ser tecrîd û berxwedanan.

Li bajarê Barcelona yê Katalonyayê Fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Mêrdînê Soro Amed hate bibîranîn ê ku di Sibata 2017’an de li gundên Xerabê Bava û Talatê de di operasyonê de şehîd bûbû.

Bername ji aliyê Platforma Azadî hate lidarxistin û hate diyarkirin ku têkoşîna Hakî Karer û Kemal Pîr îro gihiştiye heta şoreşgerên Katalan û Îspanyayê.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku Baran Galîcîa û Kendal Ramon jî şehîdên enternasyonal ên Kurdistanê ne û navê xwe li dîroka şoreşa Kurdistanê nivîsandine.

Di bernameyê de bal hate kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê.