Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li banliyoyên Villiers le Bel û Drancy yên paytexta Fransayê Parisê çalakî hatin lidarxistin.
VILLIERS LE BEL
Kurdistanî li ser banga Meclîsa Gel a Demokratîk a Villiers Le Belê li ber îstasyona Villiers Le Bel kom bûn û meşiyan. Gelî bi pankarta "Ji Rojavayê re Statuya Navneteweyî" û alayên YPG-YPJ'ê dest bi meşê kir û timî dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava wê ji çeteyên DAÎŞ’ê re bibe goristan” û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Meş her ku çû qelebalixtir bû. Girseyê meşa xwe li ber Komaleya Gelan a Demokratîk a Villiers Le Bel bi dawî kir.
Piştî meşê li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Villiers Le Belê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a nijadperest di şer û qirkirinê de israr dike. Li Rojava bi felsefeya Rêber Apo şoreşek pêk hat. Kurdan bi ciwan û extiyarên xwe ve ev şoreş pêk anî. Şoreşa Rojavayê şoreşa jinê ye. Gelê Kurd li ser xeta azadiyê li ber xwe da û bi ser ket û serketina xwe didomîne. Em çawa bi berxwedanê bi ser ketin, em ê bi berxwedanê destkeftiyên xwe biparêzin. Wek gel em ê rêya berxwedanê esas bigirin."
DRANCY
Gel li ser banga lezgîn a çalakiyan a CDK-F'ê li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancyê li hev kom bû.
Li ser navê Meclîsa Gel a Drancyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û wiha hat gotin:
"Heger dewleta Tirk girêdayî hiqûq û edaletê be, divê çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk pêk bîne. Muxatabê pirsgirêka Kurd jî Rêber Apo ye. Deriyê aşitiyê li Îmraliyê ye. heger aşitiyê dixwazin bila deriyê Îmraliyê vekin û bi Rêbertî re hevdîtinan bike. Lê belê dewleta Tirk li şûna vê yekê, bi awayekî bêçare êrîşî gelê me dike. Terorîstên cîhadîst fînanse dike û berê wan dide Rojava. Rojava xeta me ya sor e. Bi hezaran ciwanên Kurd ji bo Rojavayê canê xwe dan. Şoreşa Rojavayê bi kedeke mezin pêk hat. Gelê Kurd çawa Rojava radestî çeteyên DAÎŞ'ê nekir, wê îro jî nede destê çeteyan. Em ê destkeftiyên Rojava heta hetayê biparêzin. Em careke din destnîşan dikin; divê dewleta Tirk dawî li polîtîkayên xwe yên qirker û êrîşên xwe yên hovane bîne. Bi vî awayî nikare tu tiştî bi dest bixe. Tekanê rê aşitî ye. Rêya aşitiyê jî j Îmraliyê derbas dibe."
Gel timî dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojavayê" berz kir.
EVRY
Ciwanên Kurd li herêma Evryê jî daketin qadan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Til Rifatê protesto kirin.
Ciwanên li ber avahiya Komeleya Gel a Demokratîk a Evryê hatin ba hev, heta gara Grignyê meşiyan. Ciwanan di meşê de bêyî navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG" û “Bijî berxwedana YPJ" berz kirin.
Ciwanan piştî meşê li ber gara Grignyê daxuyanî da û got: “Em êrîşên li ser Rojava qebûl nakin. Rojava bi keda Rêber Apo û gelê Kurd derket holê. Dewleta Tirk a dagirker çawan ku bi çeteyên DAÎŞ’ê re tevgeriya îro jî bi çeteyan re êrîşî Rojava dike. Ciwanên Kurd li Kobanê bi ruhê berxwedanê dîrok nivîsand, wê îro jî çeteyan têk bibe. Weke ciwanên Kurd em ê timî xwedî li deskeftiyên gelê xwe derkevin. Heta êrîş bidomin em ê li qadan bin û têkoşînê mezin bikin.”