Înê li banliyoya Villeneuve-Saint-Georges a Parîsê bi mîtîngekê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Di mîtîngê de bi dovîz û dirûşman êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hate gotin, ''Ji Ocalan re azadî'', ''Şehîd namirin'', ''Bimre Erdogan''.
Di mîtîngê de Hevberdevkê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê Necmettîn Demîralp axivî, dagikerî û komploya bi hevkariya PDK'ê şermezar kir.
Demîralp her wiha Diyar Xerîb, Endamê Konseya Seroktiya KCK'ê Diyar Xerîb ku bi êrîşa hewayî ya dewleta Tirk şehîd ketî bi bîr anî û got, ''Diyar Xerîb, hevrêyê me yê şoreşger, ku di nav tevgera netewî de mirov digihandin hev, mirovekî soyaslît bû, bi girêdana îxaneta noker a bi dewleta Tirk re û bi encama îstîxbaratê li gel du hevalên xwe li Başûrê Kurdistanê şehîd bûye.'''
Di mîtîngê de danezaneke ji bo dagirkeriyê, komployê û şehîdbûna Xerîb û hevalên wî hatibû hazirkirin hate xwendin û belavkirin.
LI BORDEAUXÊ ÇALAKÎ
Her wiha li Bordeauxê ya Fransayê, dema tiyatoreya li qada vekirî ku bi hezaran kes lê hazir bûn, li dijî dagirkeriya Tirk û nokeriyê çalakiyeke şermezariyê hate kirin. Di çalakiyê de li meydana Comedîeyê belavok hatin belavkirin.