Li Balafirgeha Stûttgartê çalakî hate kirin
Ji bo protestokirina êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Balafirgeha Stûttgart çalakiyek hate kirin.
Ji bo protestokirina êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Balafirgeha Stûttgart çalakiyek hate kirin.
Bi dehan kes li pêşiya ketina Airlines ên Pegasûs û Turkish a li Balafirgeha Stûttgart xelek ji mirovan çêkirin. Çalakvanên ku êrîş û qirkirina Tirk a li Rojava protestokirin, bibelavokê xwendin û belavkirin, ketina balafiran asteng kirin.
Ji bo astengkirina çalakiya ciwanan polîsan mudaxele kir.
Ciwanan bi qîrkirina dirûşman û tilîliyan li hemû balafirgehê geriyan, dawî li çalakiya xwe anî.