Li balafirgeha Marîgane ji bo ‘Rojava’ çalakiyek hate kirin

Ji bo piştevaniya bi Rojava re li Balafirgeha Marîgnane ya herêma Marsîlya ya Fransayê çalakiyek hate kirin.

Komek enternasyonalîst û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Balafirgeha Mangnane ya Marsîlya hatin ba hev û çalakiyek kirin.

Çalakî bi armanca piştevaniya bi Rojava û protestokirinê dagirkeriya Tirk li pêşiya ketina Pegasûs a kargeheke ya hewayî ya Tirk e pêk hat.

Çalakvanan pankarta bi nivîsa ‘Rojava biparêze û nehêle’ vekirin û li pêşiya seferên ji bo Stenbolê tê organîzekirin asteng kirin. Bang li rêwiyan kir ku dewleta Tirk baykot bikin.

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Kujer Erdogan’ bi qasî saetekê dom kir.