Li bajarên Den Haag û Arnhem a Hollandayê bi daxwaza ku parêzer û malbat bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re demildest hevdîtinê pêk bîne çalakî hatin lidarxistin.
Çalakiya li Den Haag û Arnhem li ser daxwaza DEM-NED’ê bi awayekî hemwext hate lidarxistin.
Çalakiya Den Haagê li ber Parlementoya Hollandayê û ya Arnhemê jî li Mûseûmpleînê pêkhat. Di axaftinên hatinî kirin de bal hate kişandin li ser parvekirinên têkildarî jiyana Abdullah Ocalan ya bi şeklekî berdewam li ser medyayên dîjîtal tên parvekirin.
Çalakvanan her wiha dan zanîn ku fikarên wan ji ber tecrîda girankirî ya li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîtiye lûtkeyê.
Di çalakiyê de her wiha hat gotin ku ew her dem ji bo ku li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin xelekek ji agir amade ne. Her wiha dan zanîn heya ku encam negirin wê çalakiya wan dom bike.