Li bajarê Salzgîtter-Lebenstedt a Elmanyayê çalakiya li dijî tecrîdê
Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bê rakirin û azadiya fizîkî bê pêkanîn, li Salzgîtter-Lebenstedtê çalakiyeke bi kon hate lidarxistin.
Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bê rakirin û azadiya fizîkî bê pêkanîn, li Salzgîtter-Lebenstedtê çalakiyeke bi kon hate lidarxistin.
Çalakiya bi kon ji aliyê Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hîldesheîmê, Meclîsa Jinan a Berçem Cîlo û Komuna Jinan a Meyrem ve hate organîzekirin.
Li Qada Angouleme a li nava bazarê standa xwe di seat 14:00’an bi çalakiya bi kon hate destpêkirin, pankart û dowîzên bi nivîsên gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hildan, alayên YPG/YPJ, Tev-Dem û TJK-E vekirin, mûzîk dan guhdar kirin û belavokên bi Elmanî hatin xwendin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan di seat 16:00’an de bi dawî bû.