Li bajarê Bordeaûxê yê Fransayê şehîd hatin bîranîn

Savûşka Devrîm (Yasemîn Yanar) a ku di sala 2017’an de li Zapê û Egîd Zagros ê ku di sala 2014’an de şehîd bûbû, li bajarê Bordeaûx a Fransayê hatin bîranîn.

Di çalakiya bîranîna ji bo Hayrî Dûrmûş de yê ku yek ji şehîdê 14’ê Tîrmehê ye, Savûşka Devrîm (Yasemîn Yanar) a ku di sala 2017’an de li Zapê û Egîd Zagros ê ku di sala 2014’an de şehîd bûbû hatin bîranîn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Dê û bavê Savûşka Devrîm û xizmên Egîd Zagros tevlî bîranînê bûn.

Hayrî Karakoçan li ser navê Meclîsa Gel a Bordeaûxê axivî û got “Rêhevalên me ji bo azadiya gelê Kurd şehîd bûn. Tekane hedefa me ev e ku em layiqî wan bin û têkoşîna wan bigihînin serfiraziyê.”

Di bîranînê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Nevzat Varto, bavê Savûşka Devrîm û endamê Komîsyona Baweriyê axivîn.