Li Awusturyayê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Li bajarên Linz û Graz ên Awusturyayê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê hatin protestokirin.
Li bajarên Linz û Graz ên Awusturyayê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê hatin protestokirin.
Li bajarên Linz û Graz ên Awusturyayê, li dijî komkujî û êrîşên dagirkeriyê yên li Rojavayê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.
Kurd li Linz Martin Luther Platzê kom bûn û li dijî zilma li ser Rojavayê dewam dike nerazîbûneke xurt nîşan dan. Bi broşurên danezanê yên navenda Civaka Azad jî, raya giştî derbarê rewşa heyî ya Rojavayê de hatin agahdarkirin.
Çalakvanan behsa polîtîkayên hêzên emperyalîst ên li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê kirin ku ev hêz bi taybet dema mijar bû berjewendiyên wan ên hevpar, bi hevre piştgiriya şerê li herêmê dikin. Her wiha hate gotin ku yên ku ji tîcareta çekan sûdên mezin bi dest dixin “kujerên zarokan in”.
Piştî ku Tirkiyeyê di sala 2018’an de hiqûqa navneteweyî binpê kir û Efrîn dagir kir, bi hezaran Kurdên ku ji Efrînê reviyan û berê xwe dan Şehbayê dîsa bi heman gefan re rû bi rû ne. Hat diyarkirin ku penaber careke din bi darê zorê tên koçberkirin û li herêmê gelek binpêkirinên cidî ên mafên mirovan diqewimin. Hate destnîşankirin ku gelê herêmê hewcedarê alîkariya lezgîn e.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Taxên Kurdan ên li Helebê rûbirûyê gefeke mezin mane. Şaxa Sûriyeyê El-Kaîdeyê Heyhet Tehrîr el-Şam ji aliyê dewleta Tirk ve ji hêla çek û darayî ve tê fînansekirin. Ev rewş bandoreke xirab li ser ewlehiya herêmê dike û rasterast bandorê li ser jiyana gelê Kurd dike."
GRAZ
Li Grazê jî li Steierhofê gelê Kurd û dostên wan hatin ba hev û xwedî li şoreşa li Rojavayê derketin û polîtîkayên qirêj ên hêzên navneteweyî eşkere kirin.
Di çalakiyê de peyamên mezinkirina piştgiriyê hatin dayîn.