Li avahiya Rêxistina Efûyê ya navneteweyî çalakî hate lidarxistin

Kurdistanî û dostên xwe, li avahiya Rêxistina Efûyê ya Naveneteweyî ya li Londonê ji bo balê bikêşin ser grevên birçîbûnê çalakiya bêîtaatiya sivîl li dar xistin.

Çalakiyên bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Londonê didomin. Komeke Kurdistanî û dostên xwe li avahiya rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Londonê çalakiya îtaatiya sivîl li dar xistin.

‘BIKEVIN TEVGERÊ!'

Kurdistanî, du saet in di avahiyê de ne û çalakiya xwe didomînin. Komê diyar kir ku heta Maseyê Rêxistinê yê Tirkiyê pê re hevdîtinan neke û encameke berbiçav bi dest nexe, wê çalakiya xwe dawî neke. Girseyê pankarta ku li ser, ‘Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li dijî êşkence û tecrîdê bikeve tevgerê’ daliqandin û bê navber dirûşmeya ‘Li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike’ berz kir.

Koma ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêran hil dane, dixwaze dosyayên berfireh ên di derbarê grevên birçîbûnê de radestî rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bike.

Beşeke komê di hundirê avahiyê de, beşek jî bi heman armancê li derve çalakiya xwe didomînin.