Li Atînayê standa ji bo 2 rojan hat danîn

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo 2 rojan stand hat danîn.

Komeke Kurdistanî yên li paytexta Yewnanistan Atînayê dijîn, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” li parka Pedîon Areas a li navenda bajrê û li qada Syntagma standa ji bo 2 rojan danî.

Di standê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û danezan hatin belavkirin û xelk eleqeyekî mezin nîşanî standê da.

Di standê de banga tevlîbûnê ji bo panela ku di 19’ê Tîrmehê de li Atînayê bê lidarxistin û meşa ku di 20’ê Tîrmehê de bê lidarxistin, hat kirin.