Li Atînayê panel: Ramanên Abdullah Ocalan li cîhanê belav bûne

Li Atînayê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panelek hat lidarxistin. Di panelê de hate gotin, “Ramên Abdullah Ocalan li cîhanê belav bûye.”

Li Navenda Çanda Kurda a Atînayê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panelek hat lidarxsitin. Panel ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê ve hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan beşdarî panelê bûn.

Mûsa Kaya di panelê de axivî û bal kişand ser armancên Komploya Navneteweyî û pergala tecrîda li Îmraliyê. Kaya da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne kesayetek e, fikareke ku digihêje milyonan û got: "Dibe ku Rêber Apo di nava tecrîdê de be, lê belê bi belavkirina ramanên wî tecrîd pûç dibe."

Kaya anî ziman ku eger tecrîd îro jî bidome, divê em li rêxistinbûna xwe bipirsin û ev tişt got: “Divê Kurd li dijî tecrîdê li her qadê, bi taybetî jî di siyasetê de têkoşînê mezin bikin.”

Panel bi nîşandana sînevîzyona di 130 rojên navbera 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê çûyîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta 15'ê Sibata 1999'an hat Tirkiyeyê bi dawî bû.