Li Atînayê meşa li dijî Komploya Navneteweyî
Sala 26’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Atînayê bi meşê hate protestokirin.
Sala 26’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Atînayê bi meşê hate protestokirin.
Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi wesîleya salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an, ji Maratonayê heta Balyozxaneya Tirk a li navenda Atînayê meş hate kirin.
Endamên Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê, Komîteya Defend Kurdistan, Înîsiyatîfa RiseUpForRojava û Ruvikonas beşdarî meşê bûn. Meş di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de hate kirin û di tevahiya meşê de daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hate qîrkirin.