Komploya Navneteweyî li Atînayê hat protestokirin

Kurdistanî û dostên wan ên ku di salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Atînayê hatin cem hev gotin: "Dê komploger di tariyê de bimînin, fikrên Rêber Apo wê siberoja mirovahiyê ronî bike."

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Yewnanistan Atînayê li hev civiyan, bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşeke girseyî pêk anîn.

Sosyalîstên çep û anarşîst jî piştgirî dan Kurdên ku li akademiyê hatin cem hev. Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hilgirtin, weke kortej ber bi Parlamentoya Yewnanistanê ve meşiyan.

Di meşê de ku posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Hûn nikarin roja me tarî bikin” û "Ji Ocalan re azadî" hatin hilgirtin û dirûşmeyên bi zimanê Îngilîzî "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

JI BO PARLEMANTOYA YEWNANÎ ÇELENGA REŞ

Girseyê ji bo şermezarkirina rola Yewnanistanê ya di Komploya Navneteweyî de çelenga reş danîn ber Parlamentoya Yewnanistanê û demek dirêj dirûşmeyên "Bimre xiyanet" berz kirin.

LI KONSOLXANEYA TIRK PROTESTOYA TECRÎDÊ

Girse gihişt ber Konsolosxaneya Tirk û bê navber dirûşmeyên "Dîsa dîsa serhildan, Serokê me Ocalan" û "Terorîst Erdogan" berz kirin.

ELEFTERIA FORTULAKI HATE BIBÎRANÎN

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi dirûşmeyên "Bijî biratiya gelan!" "Azadiya gelê Kurd û Serok Apo azadiya hemû gelên cîhanê ye" û Elefterîa Fortulakî ku di 24'ê Adara 2006'an de li Atînayê li baxçeyê Dêra Aîos Agîos Mîlanos li dijî tecrîda Îmraliyê bedena xwe da ber agir bi bîr anî.

ANTONAKIYÊ YEWNANÎ: EM LI HEMBER XIYANETÊ NE

Sosyalîstê dostê Kurd Dr. Arîadnî Antonakî bal kişand ser rola Yewnanistanê ya di komployê de û got: "Ez weke Yewnanekî xwe rexne dikim." Antonakî diyar kir ku gelê Yewnan dostê Kurdan e û li dijî vê xiyanetê radiweste û bi bîr xist ku dewleta Yewnanistanê xiyanet li dostaniya Kurdan kir û ev yek bi rola xwe ya di komployê de bi awayekî zelal nîşan da.

Antonakî hezkirina xwe ya bêdawî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdan anî ziman û destnîşan kir ku Kurd têkoşîna mirovahiyê dimeşînin û bi gotina "Bijî Serok Apo" dawî li axaftina xwe anî.

Siyasetmedarê Kurd Mûsa Kaya jî axivî. Kaya diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya ku yekemîn pêngava wê li Atînayê hat avêtin ev 25 sal in dewam dike û got: “Dema em li dîrokê dinêrin, hêzên kolonyalîst bi hezaran sal in dijîn. Ev ne komploya yekem e, ne jî ya dawî ye. Lê taybetmendiya Komploya Navneteweyî jî ev e ku ev 25 sal in berdewam dike. Mirovahî îro vê komployê bi awayekî zindî dijî. Ev ne tenê komploya li dijî kesekî ye.”

'FIKARÊN RÊBER APO ŞÎN DIBE'

Kaya diyar kir ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de komplo li dijî mirovahiyê ye û got: “Xwestin fikrên Rêber Apo tune bikin. Xwestin Rojhilata Navîn û Kurdistanê li gorî planên xwe dîzayn bikin. Lê îro hemû hêzên ku di komployê de cih girtine, li Rojhilata Navîn di nava bêçaretiya xwe de têdikoşin. Li aliyê din fikrên Rêber Apo li her kêliya Rojhilata Navîn şîn dibin.”

'DÊ KOMPLOGER DI TARIYÊ DE BIMÎNIN'

Kaya da zanîn ku bi komployê dixwazin Tevgera Azadiyê ya Kurd jî tasfiye bikin û got: "Îro li her derê cîhanê Apoyî hene. Ev plan negihiştine armanca xwe. Rêber Apo ne kes e, Rêber Apo fikrek e, ruhek e, ronahî ye û li hemû cîhanê dijî. Heya ku mirovahî bijî, ev fikir wê bijî. Cezayê îdamê dan Sokrates, lê ew bi hemû gotinên xwe dijî. Rêber Apo jî îro bûye ramanek gerdûnî. Rêber Apo destpêka dîrokeke nû ye. Îro bêyî fikrên Rêber Apo kes nikare gavekê jî bavêje. Weke hevrê û xwendekarên Rêber Apo em ê li dijî hemû komployên li dijî mirovahiyê têbikoşin. Berxwedana li Îmraliyê bilind dibe. Em ê bi fikrên Rêber Apo bersivê bidin komployê. Dê komploger di tariyê de bimînin, fikrên Rêber Apo dê siberoja mirovahiyê ronî bike.”