Li Atînayê Kasim Engîn hate bibîranîn

Bi sedan kesên ber bi Sefaretxaneya Tirk a li Atînayê ve meşiyan Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn bibîr anî û êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê protesto kirin.

Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Çanda Kurd li paytexta Yewnanistan Atînayê bi sedan kes li Qada Akademîa hatin bahev, endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn bibîr anî û êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê jî protesto kirin.

Di çalakiyê de li gel posterên Ocalan, alên KCK, PKK’ê û wêneyên Kasim Engîn hatin hildan, her wiha dirûşmên ‘Kujer Erdogan’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana PKK’ê’ qîrkirin.

Di meşê de êrîş belavokên bi zimanê Yewnanî ya li ser êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker a li Bakurê Kurdistanê hatin belavkirin.

Meş heta Sefaretxaneya Tirk a Atînayê dom kir. Li vir polîsan dor li sefaretxaneyê girt. Li vir meşvanan mîtîngek kirin. Li ser navê Navenda Çanda Kurdistanê bi Yewnanî belavok hate xwendin. Piştre jî siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak axivî û diyar kir divê Kurd li her cihê lê ji bo nirxên mirovhiyê têkoşînê bike.

Di dawiya mîtîngê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo protestokirina êrîşên dagirker pankartek pankarek li pêşiya sefaretxaneyê vekirin.