Li Atînayê dagirker hatin protestokirin

Li sedan Kurdistanî û dostên wan ên ku ber bi sefaretxaneya Tirk a li Atînayê ve meşiyan , êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Rojava protesetokirin.

Bi gel Kurdistaniyan ên li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Çanda Kurd komên anarşist, çep û sosyalîst meş ji Qada Akademîa destpê kir.

 Di meşê de li gel hildana posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ hatin hildan. Di meşe de pankatên behsa Berxwedana Rûmetê ya bi zimanê Yewnanî, Îngilîzî û Kurdî dikin hatin hildan û tevahiya rê dom kir. Her wiha belavokên têkildarî êrîşên dewleta Tirk jî hatin belavkirin. Welatiyên derdorî biçepik û fîtikan piştevaniya meşê kir.

Di meşe de bê navber dirûşmên ‘Faşîst, Kujer Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hatin qîrkirin. Meş heta pêşiya Sefaretxaneya Tirk dom ki. Li sefaretxaneyê ya ku polîsan ewlekariyek mezin girtibûn mîtîngek hate kirin. Li vir li ser navê Navenda Çanda Kurdistanê, komên çep û sosyalît axafin hatin kirin.

Piştî axaftinan çalakî bi diûrşman bidawî bû.