Li Atîna li dijî êrîş û DYA’yê meşeke girseyî
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Yewnistan Atînayê hatin ba hev li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê li dijî êrîşan meşeke girseyî lidar xistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Yewnistan Atînayê hatin ba hev li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê li dijî êrîşan meşeke girseyî lidar xistin.
Meş ji Qada Akademî destpê kir heta pêşiya Sefaretxaneya DYA dom kir û di meşê de alên PYD, TEV DEM û YPG/YPJ’ê hatin hildan. Her wiha pankartên bi zimanên îngilîzî, Kurdî û Erebî ku li ser ‘Piştgirîkirina Rojava tê wateya piştgirîkirina rûmet ê û gelan e’ hatin vekirin.
Her wiha di meşê de dirûşmên ‘Qatil Erdogan’ û ‘Terorîst Tirkiye’ hatin berzkirin.
Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin hate gotin ku Şoreşa Rojva bi vîn û hêza gelê Kurd hatiye avakirin ne ku bi hêza Amerîka.
Li pêşiya sefaretxaneyê li ser navê Navenda Çanda Kurd Metîn Bîngol axivî û bang li Amerîka kir ku kesê te nevexwend ji bo Rojava û niha jî bi çûna te kes şînê girê nade. Bîngol got: “Dewletên kapitalîst li ser berjewendiyan tevger dikin.”
Meş bi dirûşman ve bi dawî bû.