BI DÎMEN

Li Amsterdamê pîrozbahiya bi coş a Newrozê

Li paytexta Hollanda Amsterdamê şeva 20'ê Adarê agirê Newrozê hate dadan.

Kurdistanî û dostên wan li Qada Leidsepleinê li hev kom bûn û bi gerandina govendê û qîrîna dirûşman Newroz pîroz kirin.

Agirê Newrozê êvarê hate dadan û bi beşdariya bi hezaran kesî Newroz hate pîrozkirin.

Hunermned Roleda, Talip Resool, Roder û Bagerê Zînê jî hunera xwe pêşkêş kirin.

Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên 'Bijî Serok Apo' û 'Jin, Jiyan, Azadî' hatin qîrîn. Çalakî heta derengiya şevê dewam kir.