Li Amsterdamê êrîşên kîmyewî hatin protestokirin

Li Amsterdamê bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê, komek Kurdistanî hatin ba hev û êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk protesto kirin.

Li qada Dam a paytexta Hollanda Amsterdamê, qurbaniyên Komkujiya Helebceyê hatin bibîranîn. Gelek Kurdistanî tev li bîranînê bû. Kurdistaniyan bi pankarta “Dawî li bikaranîna gaza kîmyewî bînin” êrîşên gaza kîmyewî yên dewleta Tirk protesto kirin û gerîlayên di encama êrîşên kîmyewî de şehîd bûne bi bîr anîn.

Di bîranîn de çalakvanê bi navê Huseyîn Yildiz axivî û wiha got: "Cîhan li hemberî komkujiya Helebceyê ya Seddam Huseyîn pêkanî bêdeng ma, niha jî dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi gaza kîmyewî êrîşî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dike. Divê dawî li van kiryarên nemirovane were."