Li Amed û Mêrdînê kesên ji heyeta Swîsreyî re axivîn hatin girtin

Cotmeha derbasbûyî heyetek ji Swîsreyê li Amed û Mêrdînê lêkolîn kiribû. Derket holê, piraniya kesên ji heyetê re axivîn hatine girtin. Endamê heyetê parlamenter Fabîan Molîna got, "Kesên ji me re axivîn bi îdîaya destekkirina terorê tên sûcdarkirin."

Heyeta ji zanyar, akademîsyen û siyasetmedarên Swîsreyî, Cotmeha bihurî berê xwe dabû Tirkiye û Kurdistanê ji bo karibin hin hevdîtinan bike. Heyeta ku ji profesorê civaknasiyê Ûelî Mader, Serokê Meclîsa Aştiyê Rûedî Tobler û Parlamenterê Meclîsa Federal ê ji Partiya Sosyalîst Fabîan Molîna pêk dihat, li Stenbolê doza ku Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag lê dihate darizandin, şopand.

Piştre berê xwe dabû Mêrdînê û bi siyasetmedar Ahmet Turk re rûniştibû. Tevlî rûniştina doza ku li Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman û Îsmaîl Asî hatiye vekirin, bûbû.

Heyeta Swîsreyî li Amedê jî bi nûnerên TJA'yê, KCD'ê, DBP'ê, parlamenterên HDP'ê, nûnerên Egîtîm-Sen û Însiyatîfa Rojnamevanên Azad  hev dîtibûn. Wê wextê li ser hevdîtinên heyetê daxuyaniyek hatibû dayin û hatibû gotin, mijarên; pirsgirêka Kurd, polîtîkayên li herêmê, pirsgirêkên aboriyê, kuştina jinan û zexta li sendîkayan hatine nirxandin.

'SÎXURÊN MÎT'Ê TIMÎ WÊNEYÊN ME DIKIŞANDIN'

Lê belê piştî wextekê eşkere bû, ku piraniya kesên li Amed û Mêrdînê bi heyeta Swîsreyî re rûniştine, hatine girtin. Fabîan Molîna li ser girtina kesên bi wan re axivîne, ji rojnameya '20 Mînûten' a bi rojane li Swîsreyê tê weşandin, axivî. Molîna got, "Kesên ku piştî bi me re axivîn biryara girtina wan hate dayin û ew li girtîgehan hatin bicihkirin, bi îdîaya; destekê didin rêxistina terorê, tên sûcdarkirin."

Parlamenterê Swîsreyî diyar kir, personelên îstîxbarata Tirk timî wêneyên hevdîtina wan kişandine û got, ji bo sedema darizandinê eşkere nebe, girtî li girtîgehên li Tirkiyeyê hatine belavkirin. Molîna ku di heman demê de Serokê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Sosyalîst e, anî ziman ku der barê girtinê de wî ji Sefaretxaneya Bilind a li Bernê re nivîs nivîsî. Berndt got, heta niha ti bersiv ji wan re nehatiye dayin.