Li Almanyayê bal li ser Saksonya û Thuringenê ye: Metirsiya rastgiriya tund mezin dibe

Di atmosfereke welê de ku rojên derbasbûyî 3 kes di encama êrîşeke olperestiya tund de jiyana xwe ji dest dan, li eyaletên Saksonya û Thuringenê yên Elmanyayê hilbijartin pêk tê. Tê payin ku rastgiriya tund dengê xwe gelekî zêde bike.

Saksonya û Thuringen bi nifûsa xwe ya zêdeyî 6 milyon mirovî tenê ji sedî 7 ê nifûsa Elmanyayê ye.

Lê belê ev herdu eyaletên li rojhilatê Elmanyayê siyasetmedar û medyayê gelekî mijûl dikin. Tê gotin, hilbijartinên vê Yekşemê têne kirin wê ji bo jiyana siyasî ya Elman encamên gelekî berfireh bi xwe re bîne.

Tê texmînkirin, ev hilbijartin bibe sedem ku atmosfera siyasî hîn lawaz û parçe bibe.

Li gorî anketên dawî, partiya rastgiriya tund Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) li Thuringenê ji sedî 30, li Saksonyayê jî ji sedî 32 ê dengan werdigire. Di demekê de ku bi êrîşeke çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya wê li xwe girt, tê payin ku encamên hilbijartinê hîn bêhtir bi kêrî rastgiriya tund bên.

Tifaqa Sahra Wagenknecht a partiya çepgiriya radîkal ku destpêka salê ava bû, li Thuringenê ji sedî 20, li Saksonyayê jî ji sedî 15 ê dengan werdigire. Ev partî partiya heftemîn e ku di asta neteweyî de tevlî têkoşînê bûye.

Her wiha tê texmînkirin ku encamên hilbijartinê hersê partiyên li desthilatdariyê marjînal bike. Li gorî anketan Lîberal wê li parlamentên herêmî neyên temsîlkirin. Partiya Keskan û Partiya Sosyal Demokratan a Şansolye Olaf Scholz herî zêde ji sedî 5-6 ê dengan dikarin werbigirin. Muxafazakarên li muxalefetê jî wê li Saksonyayê ji sedî 30, li Thuringenê ji sedî 21 ê dengan bi dest bixin.

Partiyên din hemû ji ber ku naxwazin hêza xwe bi rastgiriya tund re bikin yek, ne diyar e ku encameke çawa bi dest bixin.

Ji bo vê jî wê pêwîstî bi koalîsyonên heta niha nehatine dîtin hebe, mîna koalîsyoneke gengaz a rastgiran û Tifaqa Sahra Wagenknecht bibin yek.