Li Ûppsûla tûrîzma Tirk hate baykotkirin

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Ûppsûla ya Swêdê dijîn, li pêşiya buroya trûzmê ya navenda bajar ji bo baykotkirina tûrîzma Tirk çalakiyek kirin.

Di çalakiyê de ku saetên şevê pêk hat, pankartên bi nivîsên ‘Têkoşîna azadiyê ya li Rojava tê kirin rewa ye’ û ‘Tirkiye sivîlan bombe dike’ û wêneyên jin û zarokên di êrîşa dagirker a Tirk de şehîd û birîndar bûbûn hildan.

Çalakvanan li ser sûcên şer û êrîşên qirker ên Tirk de ji kesên derdor û welatiyan re bi gotinî û nivîskî agahî parvekirin, bang li gel kirin ku ji bo betlaneyê neçin Tirkiyeyê û berhemên Tirkiyeyê negirin.

Di çalakiyê de belavokên ku sûcên şer ên Tirk tehşîr dikin belav kirin.