Li Şaredariya Champîngy a Fransayê ji bo Ocalan çalakî hate kirin
Seroka Şaredariya Champîgny a Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), enmcumen û hilbijêran ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê û protesto kirina tecrîdê çalakî lidarxistin.
Seroka Şaredariya Champîgny a Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), enmcumen û hilbijêran ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê û protesto kirina tecrîdê çalakî lidarxistin.
Şaredariya Champîgny a Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) li navenda Champîgnyê mîtîngek lidarxisitn û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di çalakiyê de peyamên piştevaniyê yên ji bo Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê hate dayîn.
Seroka Şaredariya Champîgny a Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Chrîstîan Faûtrê, Encûmena Şaredariya Champîgny Sergîne Lefîef, Serokê Şaxê Partiya Komunîst a Fransa ya Champîgny Chrîstîan Cahaûve, Encûmena Şaredariya Champîgny û Endama Komeleya Piştevaniya Fransa-Kurdistan Şengul Karaca û nûnerên Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-E), encûmenên şaredariyê, gelek Fransî û Kurd beşdarî mîtîngê bûn.
‘ÎRO LI GEL ÇALAKGERAN, HER DEM LI GEL GELÊ KURD IN’
Seroka Şaredariya Champîgny a Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) Chrîstîan Faûtrê axivî û got; “Greva birçîbûnê ya Leyla Guven û 14 çalakgerên Strasboûrgê ya bêdawî-bêdorveger berxwedaneke mafdar e. Ji ber ku tecrîd li dijî mafên mirovan e. Îro li gel çalakgerên grevê, her dem jî em ê li gel gelê Kurd bin.”
Encûmena Şaredariya Champîgny û Endama Komeleya Piştevaniya Fransa-Kurdistan Şengul Karaca jî li ser navê komeleyê axivî û got divê bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê.
‘NE BÊ ÇARESERIYE; ÎRADEYEKÎ MEZIN PÊWÎST E’
Berdevka TJK-F Berîvan Firat jî ji bo lidarxisitna mîtîngê ya Şaredariya Champîgny û Şaxê Partiya Komunîst a Fransa ya Champîgnyê û ji bo piştgiriya ji bo gelê Kurd spasiya wan kir û got; “Piştî ku Leyla Guven hate berdan çalakiya xwe berfirehtir domadn. Dewleta Tirk bi berdanê re dixwst piştevanî û desteka ji bo Guven bişkêne. Guven bi biryare ku çalakiya xwe bidomîne. “
Firat diyar kir ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye û wiha domadn; “Li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê ya 14 kesan didome. Ji çalakgeran rewşa Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç her diçe girantir dibe û rakirine nexweşxaneyê û tedawî qebûl nekiriye. Kurd çalakiyên grevên birçîbûnê ji bê çareseriyê nake. Dijberî wê grevên birçîbûnê îradeyek mezin dixwaze. Lê li bajarekî ku weke paytexta Ewropa ê binav kirin çalakiyekî wiha û bêdengiya CPT, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û saziyên Ewropa şermezar dikin.”