Li Îtalyayê tecrîd bi çalakiyan hate protestokirin

Li bajarê Îtalya Floransayê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêzeçalakiyan hate protestokirin.

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dawî yên dewleta Tirk ji aliyê Kurdistanî û welatiyên Îtalyayê ve hate protestokirin.

Bi beşdarbûna nûnerên Koma Çepgir, Şaredariya Fîrenze û Meclîsa Eyaleta Toscanayê civînek hate lidarxistin. Di civînê de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nirxandin û têkildarî êrîşan jî agahî hate dayîn.

Civîna agahdarkirinê ji aliyê komên komunîst, sosyalîst û çepgiran bi hevparî hate lidarxistin.

BI ÇALAKIYAN ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK HATIN PROTESTO KIRIN

Li aliyê din li bajarê Floransa li Pîazza Della Sîngorîa ku Meclîsa Eyaletê jî li wir e, çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên Ocalan, alayên PKK, YPG û YPJ’ê hatin hildan.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Kujer Erdogan’ , ‘Terorîst Tirkiye’ , ‘Ji Floransa heta Rojava rê ji faşîzmê re nayê dayîn!’ , ‘PKK, YPG, YPJ, Ocalan gel e, gel li vir e’ , ‘Dawî li êrîşên dijî Kurdan bînin’ , ‘Jin, jiyan, azadî’ , ‘Vîva Ocalan’ û ‘Ji Kurdistanê re azadî’ hatin berzkirin.

Girseya gel piştre heta caddeya herî qerebalix ên bajêr meşiyan û Erdogan protesto kirin.

Di çalakiyê daxwaz hate kirin ku tecrîda giran a li ser Ocalan demildest were rakirin û ji bo hevdîtina bi malbatê re jî bang li CPT û saziyên mafên mirovan hate kirin.

XWENDEKARAN JÎ ÇALAKÎ LI DAR XIST

Heman saetê xwendekarên zanîngeh û amadeyî jî çalakî lidarxistin. Xwendekar li pêşiya Dêra Dûomo li hev civiyan, pankarta ‘Terorîst Erdogan’ vekirin û dirûşme berz kirin. Piştre xwendekar heta konsolosxaneya DYE’yê meşiyan. Li pêşiya konsolosxaneyê DYE hate şermezar kirin û hate gotin ku ew ê li gel têkoşîna gelê Kurd bin.

Di çalakiyê de greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê ya ji bo Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven hatî destpêkirin, hate silavkirin û hate gotin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakî bidomin. Xwendekar heta derengiya şevê çalakiya rûniştinê domandin û stranên şoreşgerî stran.