Li Îtalyayê Kurd û dostên wan tecrîd protesto kirin
Kurdên ku li Îtalyayê dijîn û dostên wan tecrîd protesto kirin û Leyla Guven silav kirin.
Kurdên ku li Îtalyayê dijîn û dostên wan tecrîd protesto kirin û Leyla Guven silav kirin.
Li bajarê Floransa yê Îtalyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û Leyla Guven hate silavkirin a ku 78 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Kurd û dostên wan tevlî mîtînga li pêşiya Walîtiyê bûn. 200 kesan ji bo ku kes nemirin, bang kirin.
Meş li pêşiya Zanîngeha Floransayê bi dawî bû û sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’ hate qîrîn. Hate xwestin ku bila daxwazên berxwedêran were qebûlkirin.
Di çalakiyê de posterên Ocalan û yên di greva birçîbûnê de, alayên PKK, YPG û YPJ’ê hatin hildan.