Li Îtalyayê çalakiyên piştevaniya bi Rojava re didomin

Li Milanoyê bi aramnca piştevaniya ji bo çêkirina Sînemaya Amûdê çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

LI ÎTALYAYÊ ÇALAKIYÊN PIŞTEVANIYÊ YÊN JI BO ROJAVA

Li navenda Federasyona Anarşîst a Îtalyayê (FAI) ya li bajarê Milanoyê bi pêşengiya Rete Kurdistan Lombardia (Tora Piştevaniya Kurdistanê) û FAI’yê çalakiyeke piştevaniya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hate lidarxistin.

Bi armanca piştevaniya ji bo Sînemaya Amûdê ya ku li bajarê Amûdê dest bi çêkirina wê hatiye kirin, xwarina nîvro hat dayîn.

Piştre Sara Lûcaronî têkildarî pirtûka xwe ya bi navê “Ronahiya Şengalê” (La Luce di Şengal) ku behsa qirkirina çeteyên DAÎŞ’ê li ser civaka Êzidî dike, axivî.

Profesor Fabrîzîo Eva û rojnameger û lêkolîner Alesîa Manzî qala xebatên sîstema Konfederalîzma Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin û geşedanên dawî kirin. Gel eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan û heta saetên dereng dewam kir.

Muzîkjenê Îtalî Fabîo Mercûrî derket ser dikê û stran gotin.