Li Îtalyayê banga ji bo boykotkirina Tirkiyeyê

Li bajarê Floransa yê Îtalyayê, ji bo boykotkirina aboriya şer a li Tirkiyeyê 'Rîseûp4 Rojava' dest bi kampanyayekê kir.

Li Floransayê "Rîseûp4 Rojava" dest bi kampanya boykotkirina Tirkiyeyê kir.

Li kolanên qelebalix ên Floransayê afîş û belavok hatin belavkirin û bang li Îtalyayiyan hate kirin ku bankaya ÛnîCredît, şîrketa çekan Leonardo û şîrketa çîkolata ya navdar Ferrero yên ku bi Tirkiyeyê re peymanên xwe yên bazirganiyê hene boykot bikin.

Pankarta "Na ji razemeniya ji bo şer, di vê Noelê de jî Ferrero boykot bikin" bi pireke bajêr ve hate daliqandin.

Di belavokan de hate ragihandin ku 70 ji sedî yê findeqên di hilberîna Ferrero de tên bikaranîn ji Tirkiyeyê tên kirîn.