BI DÎMEN

Li Îngilistanê xwendekaran agirê Newrozê yê îsal vêxistin

Ji gelek zanîngehên Îngilistanê bi sedan xwendekar li Londonê hatin ba hev û Newroz pîroz kirin.

Bi pêşengiya Platforma Civaka Kurd KIP’ê ve ku ji ciwanên Kurdistanî yên li zanîngehên Îngilistan ên mîna SOAS, UCL, Cambrîdge, Canterbûry û Oxfordê perwerde dibînin pêk tê, li Selby Center a Londonê ya Li Îngilistanê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin.

Ji hemû parçeyên Kurdistanê bi sedan xwendekarên ciwan beşdarî merasîma Newrozê bûn. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Gelê Kurd jî beşdarî merasîmê bûn.

Ji her çar parçeyên Kurdistanê ciwanekê axaftina vekirinê ya pîrozbahiyê kirin û hat gotin ku cejna neteweyî ya gelê Kurd Newroz derfetê azadiyê dide gelê Kurd, lewma divê bibe wesîleya yekîtiya Kurdan.

Rêxistinên ciwanan ên Kurdistanî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Lê pêkhateyên ciwanan ên nêzî PDK’ê beşdar nebûn, vê yekê bal dikişand.

Xwendekarên zanîngehê yên Kurdistanî bi taybetî bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî Newrozê bûn û jinên ciwan bi rengê xwe ew der xemilandin.

Ciwanan bi strana “Ha gerîla” govend gerandin û Newroz bi coştir kirin.

Di pîrozbahiya Newrozê de destpêkê Paywand Jaff derket ser dikê û bi stranên Soranî girse bi coş kir.

Piştre Mîr Serhed derket ser dikê û wî jî strana ‘Serhildan’ got. Bi sedan ciwanan dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.

Piştî Mîr Serhed, Hozan Diyar derket ser dikê. Hozan Diyar anî ziman ku li Başûr li dijî dagirkeriyê têkoşîn û berxwedaneke mezin tê raberkirin û got: “Li Başûrê Kurdistanê li dijî xiyanet û dagirkeriyê berxwedan û têkoşîneke mezin heye. Gelê me li dijî xiyanetê li ber xwe dide. Dîsa li Rojhilat bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ meşa azadiyê ya gelê Kurdistanê didome. Şervanên me hene, îdeolojî, doz, ziman, welat û Rêbertiya me heye. Di vê pêvajoya dîrokî de tenê tişa ku ji me kêm, yekîtiya neteweyî ye û divê em vê yekê pêk bînin. Newroz gava vî ruhî ye.”

Hozan Diyar piştre bi stranên xwe girse bi coş kir. Di pîrozbahiya Newrozê de herî dawî hunermendê rapê Sharkz derket ser dikê. Her wiha li dervey salonê jî agir hat vêxistin û bi vî rengî bi stranan pîrozbahî bi dawî bû.