Li Êrîvanê qirkirina Ermenan hate bibîranîn
Di salvegera 104’an a Qirkirina Ermenan de, li paytexta Ermenistan Êrîvanê bi beşdarbûna deh hezaran kesî ji bo cangoriyên qirkirinê merasîma bibîranînê hate lidarxistin.
Di salvegera 104’an a Qirkirina Ermenan de, li paytexta Ermenistan Êrîvanê bi beşdarbûna deh hezaran kesî ji bo cangoriyên qirkirinê merasîma bibîranînê hate lidarxistin.
Li Êrîvanê ya ku paytexta Ermenistanê ye, mîlyonek û nîv kesên ku di Qirkirina Ermenan de hatibûn qetilkirin, hate bibîranîn.
Bi deh hezaran kes ber bi Abîdeya Qirkirinê ya li Tsîtsernakabertê meşiyan, serdana abîdeyê kirin û kulîlk danîn.
Ji saziyên Kurd nûnerên Şêwra Gelê Kurd li Ermenistan, Komîteya Kurdistan, Rojnameya Zagros û Rojnameya Riya Taze beşdarî merasîma bibîranê bûn û kulîlik li abideya qirkirinê danîn.