Li Êrîvanê komkujiya Şengalê hate şermezarkirin
Li paytexta Ermenîstan Êrîvanê Saziya Civaka Êzidî, bi wesîleya 10’emîn salvegera komkujiya Şengalê çalakiyek lidar xist û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn.
Li paytexta Ermenîstan Êrîvanê Saziya Civaka Êzidî, bi wesîleya 10’emîn salvegera komkujiya Şengalê çalakiyek lidar xist û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn.
Saziya Civaka Êzidî bi beşdariya gelek welatî li parka Oxakateva ya paytexta Ermenîstan Êrîvanê bi wesîleya 10’emîn salvegera Komkujiya Êzidiyan, çalakiyek lidar xist û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.
Parlementer Kinyas Hasenov, komîte û endama Yekîtiya Jinên Azad Seyran Celad di çalakiyê de axivîn.
Di axaftinan de pêşî kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn û ev tişt hate gotin, “Li dijî civaka Êzidî 74’emîn ferman hat pêkanîn. Civaka Êzidî bi sedan sale bi fermanê re rû bi rû ye. Em hemû hêzên ku destek dane çeteyên DAÎŞ’ê bi tundî şermezar dikin.
Civaka Êzidî di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de bê parastin hatin hiştin. Civaka ku xwe birêxistin neke û hêza parastinê ava neke, her tim rastî komkujiyan tê. Bi saya Tevgera Azadiya Kurdistan, civaka Êzidî piştî komkujiya Şengalê, xwe bi rêxistin kirin û hêzên xwe yên parastinê avakirin. Em berxwedan û hêza gelê Şengalê silav dikin.”
Di dawiyê de hate diyar kirin ku weke Civaka Êzidî ya li Ermenîstanê ew êşa gelê Êzidî parve dikin û heta dawiyê piştgirî didin hêza wan û ev tişt hat gotin, “EM carek din hemû şehîdan bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”
Di dawiya çalakiyê de kulîlk li ber peykera fermanê hat dayîn.