Li Êrîvanê Kasim Engîn hate bibîranîn, êrîşên li ser HDP'ê jî protesto kirin

Li Êrîvanê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn hate bibîranîn û êrîşên li ser HDP’ê jî hatin protestokirin.

Şêwira Gelê Kurd a Ermenistan, Kurdistan Komîte, Yekîtiya Jinên Azad (YJA) û nûnerên Rojanameya Zagros ên li Ermenîstanê kar dikin li mala Kaneker a Kurdistan Komîte ya li paytexta Ermenistan Êrîvanê kom bûn, Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn ê 27’ê Gulanê di êrîşeke esmanî ya dewleta Tirk a dagirker a li Bradostê de şehîd bûbû bibîr anî. Di çalakiyê de hemwext êrîşên operasyona qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê jî şermezar kirin.

Di kesayeta Engîn ê şoreşger, nivîskar, dîrokzan û fermandar de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn, li ser têkoşîn û rista wî ya di nava têkoşîna azadiyê de axaftin hatin kirin.

Piştre jî daxuyaniyek hevpar hate dayîn.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandins ser hevkariya xiyanet û li gel rejîma faşîst a rejîma AKP/MHP’ê ya li Başûr û hate gotin ku di encama vê hevkariyê de li dijî pêşengên gelê Kurd êrîş tên kirin. Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Bakurê Kurdistanê bi betalkirina parlementeriya Parlemetera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari û êrîşên li ser HDP’ê û şandina girtîgehê ya parlementer û wekîlan encama konseptekî şerekî topyekûn a bi temamî qirkirina têkoşîna Kurdan e.

Endama Koordînasyona Kurdistan Komîte û alimê olî Şêx Tahir Biroyan axivî û diyar kir ku Engîn ji bo gelê Kurd pêşengek pir gîrîng bû û got: “Me mîna heval Zekî Şengalî gelek fermandarên pêşeng şehîd da. Ev yek ji bo gelê Kurd pir giran e.”

Biryon diyar kir ku li aliyê din faşîzma AKP/MHP’ê êrîşî HDP’ê dike û dixwaze vîna gelê Kurd bişkîne û tine bike. Herî dawî betalkirina du wekîlên HDP’ê li dijî hiqûqî û exlaqî ye. Divê di vê mijarê de Ewropa bi erka  xwe rabe. Li ser gelê Kurd êrîşên mezin hene, ji bo vê divê lezgîn gelê Kurd yekîtiya xwe ya netewî pêk bîne.

Endama Meclîsa Kurdistan Komîte Jênîka Qadir destnîşan kir ku divê Kurd li her derê li dijî faşîzmê têkoşînê bike.

Endama Yekîtiya Jinên Azad (YJA) Lîanna Mhoyan jî da xuyakirin ku faşîzmê Leyla Guven rehîn girtiye, bi girtina saziyên jinê û rêveberên wê dixwazin vîna jinên Kurd bişkînin û got: “Bi ser nakevin. Leyla Guven sembola gelê Kurd e. Leylayekê rehîn bigirin, wê hezar leyla li qadan bin, wê têkoşînê hê xurtir bidome.”

Endamê Koordînasyona Kurdistan Komîte Mîlo Kalaşyan jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Gelê Kurd ê îdelolojî û felsefeya azad a Rêber Apo hîs kir, bi girtin û kuştinê dev ji azadiya xwe bernade. Divê yekîtî û piştevaniya gelê Kurd a dixwaze pêk bê. Eger gelê Kurd vê nekê wê gelek Leyla û Mûsa bên girtin. Ji bo vê divê em hemû erka xwe pêk bînin.”