Li Êrîvanê êrîş û dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin

Operasyona leşkerî ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistan û êrîş esmanî ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê li Êrîvanê hate şermezarkirin.

Li navenda Enformansyon a Çapemeniyê ya li paytexta Ermenistan Êrîvanê bi tevlîbûna Hevserokê Şêwra Gelê Kurdên li Ermenistanê û Parlementerê Parlementoya Ermenistanê Kînyas Hasano, Hevserokê Komîte Kurdistan Silo Birboyan û endama Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistan (YJA) Lîanna Mhoyan daxuyaniyeke ya çapemeniyê êrîş û dagirkerî hate şermezarkirin.

Di destpêka daxuyaniyê de Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ya kete sala 8’an hate pîrozkirin û got: “Armanca êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser destkeftiyên Kurdan, xwe gihandina xeyalên sînorên Mîsak-î Mîllî û ji bo vê xeyala xwe bi cih bîne Kurdên ku li pêşiya wan dibin asteng ji holê rakine.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hişmendiya Osmanî ya nû ziyanê dide gelên Rojhilata Navîn û ev hate gotin: “Ji bo gelên li Rojhilata Navîn bi hev re bi azad bijîn, sîstema herî baş sîstema Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Li Rojavayê Kurdistanê ku gel bi hev re azad dijîn, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka vê ya herî şênber e.

Hate gotin ku êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û bêdengbûna rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya li hemberî vê nîşaneya teng a ji ber berjewendiyên yek alî derketiye holê ye. Dewleta Tirk hevkariya ku sed sal in dixe dewreyê dîsa xistiye dewreyê, bi vê yekê dixwaze ziyanê bide destkeftiyên Kurdan.

Her wiha êrîşa dewleta Tirk a li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê jî şermezar dikin, bang li NY’yê dikin ku li dijî êrîşên li ser sivîlên ku di bin sêwan Neteweyên Yekbûyî de ne bibin xwedî helwest.”