Li 5 navendan çalakiyên xwedîderketina li greva birçîbûnê

Li Elmanya, Avûstûrya û Fransayê çalakiyên xwedîderketinê ya li berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê pêk hat.

Li Freîbûrgê ya Elmanya ji bo ku balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi tevlêbûna endamên Meclîsa Jinan a Nûda û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de rewşa krîtîk a greva birçîbûnê û rojiya mirinê hate destnîşankirin.

DARMSTAD

Li Darmstandê jî Jinên  Ciwan ên Azad û JXK'ê ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê li 3 deverên cihê çalakî kirin.

Jinên ciwan 3 qadên cihê bi bantên sor girtin, li ser erdê xetên otopsiyê xêzkirin û ji bo ku bala mirovan bikişînin belavok bi bandê ve kirin.

Ji 3 çalakiyan ên bi dirûşma ''Ne birçîbûnê bêdengî dikuje'' 2 jê li navendên bajêr hatin kirin.
DUÎSBURG

Li Dûîsbûrgê jî di mîtînga CDU'yê de tecrîda li ser Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin, di çalakiyê de ya bi tevlêbûna ciwanên Kurd û Elman berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê yali dijî tecrîdê hate destnîşankirin.

Dema ku Seroka CDU'yê di mîtîngê de diaxivî, pankarta bi nivîsa '',7000 kes di geva birçîbûnê de ne'', ''Piştevanê Kurdên di greva birçîbûnê de bin'' hate vekirin.

GRAZ


Li Grazê ya Avûsûryayê jî Kurdistanî saet 16.00'an li Sudtîrolerplatzê hatin cem hev û ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê mîtîngek kirin.

Di mîtîngê de pankarta bi nivîsa, ''Grevên birçîbûnê yên ku ji bo Abdullah Ocalan dom dikin'' hate vekirin. Her wiha alayên PYD, YPG û YPJ'ê û wêneyên Ocalan hatin hildan.

PARÎS

Li Parîsê, li Meydana Repûblîce bi banga CDK-F (Konseya Demokratîk a Kurda Fransayê) û TJK-F (Tevgera Jina Kurd  a Fransayê) mîtîngek hate çêkirin. Di mîtîngê de pankarta bi nivîsa ''Bêyî berxwedana jinan azadî ne pêkan e'' hate vekirin. Pankarta bi wêneyên berxwedêrên jin hate vekirin, her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) a Parîsê Necmettîn Demîralp di mîtîngê de li ser geşedanên dawî yên tecrîdê û grvên birçîbûnê axivî, bêdengiya Ewropayê ya li bara grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi bîr xist û got ev jî nîşana wê ye ku Ewropa jî tecrîdê datîne.