Li 5 bajarên Swêdê tecrîd hat protestokirin

Li 5 bajarên Swêdê bi armanca şkandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî pêk hatin. Di çalakiyan de bang li saziyên navneteweyî jî hate kirin ku bikevin tevgerê.

Bi armanca şkandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevkariya bi çalakvanên greva birçîbûnê re, li paytexta Swêd Stockholm û li bajarên Borlänge, Gävle, Orebro ve Västeråsê çalakî hatin kirin. Kurdistanî û dostên wan ên tevlî çalakiyan bûyî anîn ziman ku heta daxwazên Leyla Guven û çalakvanên greva birçîbûnê pêk bên wê têkoşîna xwe bidomînin. Bang li  Swîsre û Yekîtiya Ewropayê hat kirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nav hewldanan.

Kurdistanî û dostên wan ên ku li qada Sergels Torg a Stockholmê saet 15.00’î civiyan, pankartên li ser dirûşmeyên ji bo dawîlêanîna tecrîdê û piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê nivîsî hatin rakirin û dirûşme hatin berzkirin.

Çalakvanan û saziyên ku çalakî organîze kirî bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku li hemberî tecrîd û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bikevin nav tevgerê û bi Kurdan re tevkariya xwe pêş bixin, hatin kirin.

BI BANGA CIWANAN LI 4 BAJARAN ÇALAKÎ PÊK HATIN

Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarên Borlänge, Gävle, Orebro û Västeråsê ji bo şermezarkirina tecrîdê û piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê çalakî pêk hatin.

Mîtîng û meşên bi dirûşmeya, “Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Rêber APO azad bikin” pêk hatî, daxwazên ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serbestberdana girtiyên azadiyê hate kirin.

Ciwanên Kurd biryardariya xwe ya ku heta Rêbertiya xwe azad bike wê têbikoşe, raber kir û bang li hemû parazvanên mirovan hat kirin ku piştgirî bidin çalakiyên li hemberî tecrîdê tên kirin.

Di van çalakiyên ku bi hezaran danezan hatî belavkirin de, bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî”, “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin.