Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li 4 bajarên Swêdê Kudistaniyan ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan

Li bajarên Orebro, Gavle, Vesteros û Borlenge yên Swêda Bakur Kurdistaniyan ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan.

Li ser banga çalakiya lezgîn a NCDK ya Îskanînavyayê çalakî hatin lidarxistin.

Li navenda bajarê Gavle di saet 15:00’an de Kurdistanî hatin cem hev û çalakiyek protestoyî lidarxistin.

Piştî axaftina siyasetmedarê Kurd Jin Hajo ya têkildarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel ber bi stasyona trenê ve dest bi meşê kir.

Li wir çalakiya bê îtaetiya sivîl hat lidarxistin. Piştre gel dîsa vegeriya navenda bajêr. Li Glavê wê sibe jî çalakî were lidarxistin.

Li bajarê Orebroyê jî Kurdistanî di saet 17:00’an de li meydana Voghûstorgetê hatin gel hev. Di çalakiya wê derê de di çarçoveya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalaln û divêtiya hevdîtina lezgîn a pê re dirûşme hatin qêrîn.

Di axaftinên hatinî kirin de bal hate kişandin ku Abdullah Ocalan mifteya aştiya Rojhilata Navîne û hate gotin ku Tirkiye jî di ferqa wê yekê de ye û lewma ji bo têkdana wê DAÎŞ û çeteyên mîna wê re qad vekiriye.

Çalakiya li bajarê Vesterosê li ber stasyona trenê pêkhat. Hate diyarkirin ku heya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî neyê standin ewê çalakiyên xwe bidomînin.

Li bajarê Borlange’yê jî çalakî li ber stasyona trenê hat lidarxistin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn. di çalakiyê de ji bo Abdullah Ocalan dirûşme hatin qêrîn û gel nerazîbûna xwe anî ziman.