Li 4 bajarên Swêdê ji bo Leyla Guven çalakî hatin lidarxistin

Kurdistaniyên li 4 bajarên Swêdê dijîn ji bo Leyla Guven a ku ev 73 roj e ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, çalakî lidarxistin.

Di çalakiyên li payxet Stockhol û bajarên Gotebor, Karlstad û Borlangeyê de daxwaza pêkanîna daxwazên Leyla Guven hate kirin û peyama piştevaniya bi çalakgerên greva birçîbûnê re wê bidome hate dayîn.

STOCKHOLM

Kurdistanî li Gara Trenê li hev civiyan û pankarta ku li ser wêneyê Leyla Guven û nivîsa “Piştgiriyê bide têkoşîna azadiyê ya Leyla Guven’ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.

Parlamentera Ewropî ya Înîsyatîfa Femînîst Soraya Post beşdarî çalakiyê bû û li gel çalakgeran wêne kişand û peyama piştevaniyê da.

Soraya Post ji ANF’ê re axivî û got; “Em piştgiriyê didin daxwazên Leyla Guven ê. Divê Erdogan mafê Kurdan bidê û dawî li binpêkirinên mafê Kurdan bîne. Di hevdîtina bi wezîrên Tirk re min got ez tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakim û divê bê rakirin.”

GOTEBORG

Li ser banga Jinên Ciwanên Azad li navenda bajêr çalakî hate lidarxisitn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û alên PKK’ê hatin hildan.

Di çalakiyê de hate ragihandin ku heta ku Ocalan azad nebe wê têkoşîna ciwanan bidome û bang li Swêd û Yekîtiya Ewropa hate kirin ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava tevgerê.

KARLSTAD

Kurdistanî li navenda bajêr li hev civiyan û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danîn li ser abîdeya li navenda bajêr. Li pêşiya abideyê jî bi mûman Leyla Guven hate nivîsandin.

Di çalakiyê de sirûd û stranên Kurdî hatin gotin û dirûşme hatin berzkirin.

BORLANGE

Li ser banga Tevgera Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên azad li AVM Kûpolen a herî mezin a Borlangeyê bi armanca piştgirîdayîna Leyla Guven çalakî hate lidarxisitn.

Çalakger bi pankarta “Duh gelek zuye sibê gelek dereng e, Serî Hilde’, alên PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û li 3 qatên AVM’ê geriyan.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime’ , ‘Piştevaniya ji bo Leyla Guven’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ berz kirin.

JI BO ÇALAKIYÊN ÎRO BANG HATE KIRIN

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Swêd, Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Tevgera Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ragihandin ku pêvajoya Leyla Guven tê de gelek kiritîk e.

Bang li gelê Kurd û dostên wan hate kirin ku bi hêz beşdarî çalakiyên 19’ê Çileyê Şemî (Îro) werin lidarxisitn, bibin.

Bajarên ku wê çalakî lê werin lidarxistin.

Stockholm, Sergels Torg, saet 15.00

Borlange, Qada Borlange, saet 14.00

Gävle, Cadeya Drottningatan , saet 13.00

Vasterås, Erikslund, saet 13.00

Orebro, Qada Storatorget, saet 14.00