Li 4 bajarên Swêdê ciwanên Kurd li dijî tecrîdê daketin qadan

Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li 4 navendên Swêdê ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidarxistin.

Ciwanên Kurd ên li Swêdê dijîn ji bo piştgirîdayîna Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a ku ev 75 roj e li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye û ji bo bidawîkirina tecrîdê çalakî lidarxistin.

SODERHAMN

Li bajarê Swêd Soderhamnê ciwanên Kurd ji bo balê bikêşin li ser tecrîda giran a li ser Ocalan li serbihur (üst geçit) çalakî lidarxistin. Di çalakiyê de fîşekên hewayî hatin teqandin û wêneyê Ocalan hate taliqandin. Ciwanan ragihandin ku heta encam negrin wê çalakiyên xwe bidomînin.

GAVLE

Li bajarê Swêd Gavleyê jî ji bo balkişandina li ser tecrîda giran a li ser Ocalan li ser serbihur ya bajêr pankarta ‘Ji Ocalan re azadî’ hate daliqandin. Ciwanan diyar kirin ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebê wê çalakiyên aktîv lidarbixin.

MALMO

Li navenda bajêr bi armanca balkişandina lis er grevên birçîbûnê çalakiya agahdarkirinê hate lidarxistin. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin. Ciwanan diyarkirin ku heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê çalakiyên aktîvtir lidarbixin.

LÛND

Ciwanên Kurd li serbihurek a nêzî bajarê Lûnd pankarta “Tecrîdê bişkêne, faşîzmê hilweşîne, Kurdistanê azad bike’ daliqandin. Ciwanan diyar kirin ku heta daxwazên Leyla Guven pêk neyên û heta azadiya Ocalan ya fîzîkî pêk neyê wê çalakiyên xwe bidomînin.

Li aliyê din endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger fûat Pîrsûs daxuyaniyek nivîskî da û got; “Heta tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bidawî nebe û azadiya Ocalan pêk neyê em ê çalakiyên xwe bidomînin. Ciwanên Kurd ên pêşengê Tevgera Azadiya Kurd her demê têkoşîn parastiye, xwedî lê derketiye û rolê pêşeng leyîstiye. Li ser vî bingehî bi ruhê Serî Hilde em bang li ciwanên Kurd ên li Îskandinavya û Ewrpoayê dijîn ku dakevin qadan û têkoşînê geştir bikin.”