Li 4 bajaran bi daxwaza yekîtiya neteweyî çalakî hate lidarxistin

Li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan bi daxwaza pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan daketin qadan.

MELBOÛRNE

Li bajarê Melboûrneyê yê Evûstralyayê Kurdistaniyên li her çar parçeyan ji bo pêkanîna daxwaza yekîtiya neteweyî ya Kurdan çalakî li dar xistin. Gel li vê derê bangî hemû partiyên Kurdan kirin ku bila bibin yek.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê jî Kurd bi daxwaza yekîtiya neteweyî meşiyan. Gel alayên PKK, KCK, YPJ, TCŞ’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û meşiyan.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûxê yê Fransayê jî ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan û ji bo şermezarkirina qetlîamên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê bi ruhê yekîtiya neteweyî êrîşên li ser gelê Kurd were şikandin.

NURNBERG

Li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê ji bo şermezarkirina qetlîama Til Rifatê û yekîtiya Kurdistanê mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtîngê de sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hate şermezarkirin û banga yekîtiya neteweyî hate kirin.