Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li 3 navendên Fransayê ji bo Rêber Ocalan çalakî

Kurdistaniyên li banliyoya Vîlleneûve Saînt Geoûrges û Parîsa paytexta Fransayê û bajarê Marsîlyayê, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bûn.

Di çalakiya ku peyama pêwîste tavillê malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û gotin, “Heta dawiyê em ê li qadan bin.
PARÎS


Kurdistaniyên li Parîsa paytexta Fransayê îro ji ber nûçeyên di derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser tevnên civakî hatîn parvekirin, çalakiyek protestoyî lidar xistin.
Kurdistaniyên li ber Strasboûrg St-Denîs Kemerê hatîn gelhev, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi daxwazên azadiya wî hatin vekirin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê Necmeddîn Demiralp daxuyaniyek da û diyar kir, “Hetanî ku em agahiyek ji Rêber Apo digrîn Kurd û dostên wan wê li qadan bin.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
VILLENEÛVE SAINT GEORGES


Li banliyoya Villeneûve Saint Georges a Parîsê, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.
Kurdên ku bi pêşengiya Meclisa Gel a Vîlleneûveyê li ber NCDK’ê hatîn gelhev, deqeyek rêz girtin û wêyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa, “Ji Ocalan re azadî” hilgirtin.
Kurdan di tevahiya meşê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme berz kirin.
Li ser navê Meclisa Gel a Vîlleneûveyê Alî Tanriverdî axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta wan a sor û divê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pê bîne.
MARSÎLYA


Li bajarê Marsîlyaya Fransayê, bi banga KCK, KCDK-E û TJK-E’yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan îro seat 15:00’an li pêş nûnertiya Ewrûpa ya li Marsîlyayê çalakiyek a rûniştinê lidarxistin. Kurdistaniyan di çalakiyê de wêneyên Rêberê gelê Kurd, pankartên bi daxwaza azadiya Rêber Apo hilgirtin û dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.
Di çalakiyê de gelek belavûk hatin belavkirin û ji bo tevlîbûna meşa sibe bang hate kirin.
Endamê komîteya amadekariya meşa ku sibe were lidarxistin Yehya Hinis diyar kir ku wê her roj çalakî berdewam bikin.