Li 3 navendan çalakî: Daxwazên Guven daxwazên me ne!

Li paytexta Îtalya Roma, bajarê Dûîsbûrg ê Elmanya û paytexta Yewnanistan Atînayê ji bo di serî de balê bikişînin ser berxwedana Leyla Guven û hemû berxwedêrên grevên birçîbûnê çalakî hatin kirin.

ROMA

Li paytexta Îtalya Romayê ji bo bal kişandina ser çalakiya grevê ya bêdawî û bêdorveber a Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de peyama ‘Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne. Em Kurd ji bo ev daxwazên rewa bên bi cih li qadan in.”

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dîûsborûg ê Elmanyaê ji bo destekdayîna Leyla Guven ji aliyê endamên Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel û NCKD a Dûîsbûrgê ve çalakiyek bi hucreyeke sembolîk hate kirin. Li pêşiya Gara Trenê ya Dûîsboûrgê çalakî vegûherî mîtîngê. Di çalakiyê de greva bi Hevseroka KCD’ê Leyla Guven destpêkirî û piştre belavî zindanan û piştre jî li Ewropayê belav bû hate silavkirin. Dîsa di mîtîngê de peyama ‘Daxwazên çalakvanan daxwazên me ne’ hatin dayîn.

ATÎNA

Bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê û piştevaniya bi çalakvanên grevên birçîbûnê re li paytexta Yewnanistan Atînayê jî meşek hate kirin. Meş ji aliyê PYD û Navenda Çanda Kurdistanê ve bi tevlîbûna sedan kesî hate kirin. Her wiha Çepgirên Tirkiyeyî, rêxistinên sosyalîst û komên Yewnanî piştgirî dan meşê. Di meşê de posterên Ocalan û alên PYD, TEV-DEM, YPG û YPJ li gel rêxistinên çep hatin hildan û dirûşmên dilsoziya bi Ocalan û berxwedana gelê Kurd re hatin qîrkirin. Meş li pêşiya Sefaretxaneya Tirkiyeyê vegûherî mîtîngê û di axaftinên li ser navê PYD’ê hatin kirin de êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Efrînê hatin şermezarkirin. Her wiha berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin û peyama ‘Wê ev berxwedan tecrîdê bişkîne’ hate dayîn. Dîsa li ser navê YNK’ê jî axaftin hatin kirin.