BI DÎMEN

Li 3 bajarên Swîsreyê pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê

Li Swîsreyê di çalakiyan de qetilkirina 2 rojnamevanên jin hate şermezarkirin û işaret bi girîngiya rêxistiniya li ser bingeha ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê hate kirin.

Li bajarên Cenevre, St. Galle û Raperswil ên Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin û Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin. Di çalakiyan de êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser kedkarên çapemeniya azad hate şermezarkirin.

CENEVRE

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, Kurdistanî li parka Rue Elisabeth-Baulacre li hev civiyan û Roja Vejînê ya 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Çalakiya ku piştî nîvro destpê kir heta derengiya şevê dewam kir.

Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd a li Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya û gelek Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn destpê kir ku di encama êrişa SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Dîlan Çetînkaya êrişa dewleta Tirk a li ser kedkarên çapemeniya azad şermezar kir û got, "Em ê her tim bi kedkarên çapemeniya azad re bin. Em careke din ji dewleta Tirk a dagirker re dibêjin. Hûn nikarin têkoşîna azadiyê asteng bikin. Heta ku dîwarên Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin em ê nesekinin."

Di çalakiyê de hunermend Hozan Comerd, Bavê Ronî, Koma Herekol, Arda û Rençber û Hunermend Erhan hunera xwe pêşkêş kirin. Kurdistaniyan li ber stranên hunermendan heta derengiya şevê govend gerandin.

ST. GALLEN

Çalakiya ji bo pîrozkirina salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ya li St. Gallenê ji aliyê Komeleya Çanda Demokratîk ve hate lidarxistin. Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, gelek kes tevlî bûn.

Kesên ku di çalakiyê de axivîn sersaxî ji malbatên kedkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn re xwestin.

Piştî axaftinan hunermend Kawa Ûrmiyê û hunermendên mêvan hunera xwe pêşkêş kirin. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

RAPERSWIL

Pîrozbahiyeke din a 15'ê Tebaxê li bajarê Raperswilê pêk hat. Komunan Gel a Şehîd Çiyager pêşengî ji alakiyê re kir û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Çalakiyê heta êvarê dewam kir.